Amerîka 11 Welatiyên xwe yên DAIŞ’ê ji Kampa Holê wergirtin

US Repatriates 11 US Citizens From Northeast Syria Amerîka 11 welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li Kampa Holê vegerandin.
Ev yek weke vegera herî mezin ya malbatên Amerîka ji herêmê bû welat hate ragihandin.
Wezareta Karê Derve ya Amerîka ji ber hevkariyê spasiya QSD’ê kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA 5 ji wan zarok 11 welatiyên xwe ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerandin welatê xwe.

Wezareta Karê Derve ya Amerîka li ser mijarê di daxuyaniya nivîskî ya weşandî de, got:

Me birayê welatiyekî Amerîkî yê 9 salî ku bi xwe ne hemwelatiyê me ye jî li welat bi cih kir.

Li gorî wezaretê, ev vegerandina herî mezin ya welatiyên Amerîka ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Nêzîkî 30 hezar kes ji bêtirî 60 welatên derveyî Sûriyê di Kampên Hol û Roj de dimînin.

Piraniya wan jî zarok in.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî tevî bi dehan caran bang li welatên ku hemwelatiyên wan yên DAIŞ’î li herêmê ne bigirin kir jî lê xemsariyek zêde li ser mijarê heye.

Wezareta Karê Derve ya Amerîka jî anî ziman ku yek ji çareseriya sereke ya krîza mirovî ya li herêmê vegerandina welatiyên xwe yên ji herêmê ne.

Rêveberiya Waşîngtonê anî ziman ku ew ji bo welatiyên din yên dixwazin malbatên xwe yên DAIŞ’î ji Kampa Holê werbigrin û pêvajoya piştî wê jî dikarin bibin alîkarî.

Her di heman çarçoveyê de, 2 ji wan zarok 8 Kanadî, 4 Holandî û Fînlandiyek jî bo welatên wan hatin vegerandin.

Waşîngtonê diyar kir ku ev yek bi hêsankariya hêzên wan ya bi welatên navborî re pêk hatiye.

Wezareta Karê Derve ya Amerîka ji ber hevkariya wan, spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir.

Back to top button