Rojnameger û nivîskar Ender Îmrek derbarê Doza Kobanê de axivî û got:
“Ji bo maf, hiqûq û edaletê têkoşîneke xurt lazim e.
Rojnamevan û nivîskar Ender Îmrek diyar kir ku biryara Doza Kûmpasê ya Kobanê careke din sînorên avakirinê anî bîra me û got:
“Ev yek nîşan dide ku wê tundî û zextên li ser gelan, qedexekirina siyaseta demokratîk a Kurd û sosyalîstan, tecrîtê û operasyonên derveyî sînor wê bidomin.”
Ender Îmrek diyar kir ku desthilat li ser mafê siyasetê yê gelê Kurd di wesayeteke mayînde û “Plana Hilweşînê” de israr dike û got:
“Rêveberiya vê dozê bi zelalî eşkere dike ku di warê avakirina dadgehê û awayê birêvebirina wê de destwerdana siyasî li ser dadgehê heye.
Ji ber ku di hilbijartinên Gulana 2023’an de li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê helwest girtin, gelê Kurd û sosyalîst ceza kirin.
Ji bo maf, hiqûq û edaletê têkoşîneke xurt lazim e.”