Hevseroka TEV-DEM’ê Hedle Hesen: Tu kes nikare me ji Rêberê me qut bike

Tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo rojane rastî bertekan tê.
Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kobanê Hedlê Hesen û Koçberên Efrînê li ser mijarê axivîn û gotin:
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê têbikoşin û her di nava çalakiyan de bin.”

Dewleta Tirk a dagirker girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo û birîna “Cezayên Dîsîplînê” didomîne.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Hedle Hesen derbarê tecrîdê de axivî.

Hedle Hesen anî ziman ku dagirkeriya dewleta Tirk ji fikrên Rêber Apo ditirsin ji ber wê tecrîdê giran dike.

Hedle Hesen diyar kir ku wê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê berdewam bikin.

Koçberên Efrînê tecrîda li ser Rêber Apo şermezarkirin

Koçberên Efrînê yên li kantona Efrîn û Şehbayê dimînin jî, derbarê tecrîdê de axivîn.

Koçberên Efrînê: Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Rêber Apo ji me dûr bixe

Koçbera bi navê Werde Eybo anî ziman ku dewleta Tirk bi dirêj kirina tecrîdê re dixwaze Rêbertî ji me dur bixe û got:

“Emê têkoşîna şikandina tecrîde bidomînin.”

Koçberên Efrînê: Em ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bikin

Nebîhe Hebeş jî anî ziman ku dewleta Tirk nikare têkiliya di navbera Rêber Apo û gelê de qut bike.

Necah Mele Reşîd jî tecrîd û cezayên li ser Rêber Apo tên birîn, şermezar kir û soz da ku ew ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe aza bikin.

Back to top button