Amadekariyên ji bo Hilbijartina Parlamentoya herêmê temam bûne

Hesen Hadî endamê Ragihandinê yê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê diyarkir ku hemû amadekariyên ji bo hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê temam bûne.

Hesen Hadî ji medya Iraqê re axivî û got:

“parlamentoya Iraqê dema karê komisyona hilbijartinê heya sala 2025’an dirêjkir.

Ev yek derfeteke ji bo demek nû û bo diyarkirina hilbijartina parlamentoya herêmê ya bi hemahengiya di navbera serokatiya herêm û komisyona Iraqê de ye.”

Hêjayî gotinêye ku Serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biryar dabû ku di 10’ê Hezîranê de hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.

Lê heta niha ne diyare hilbijartina Parlamentoya Herêmê dê di dema xwe de were lidarxistin yan na

Back to top button