YNK: Komên terorîst li derdora Kerkûk û Germiyan bi cih bûne

Di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê buyerên şewitandina zeviyan û bazan pir li pêşe.
Endamê Serokatiya YNK’ê Salar Mehmûd diyar kir ku”komên terorîst” dest bi şewitandina zeviyan kiriyê û got:
“Hinek ajanda hene ku dixwazin peywendiyên di navbera pêkhateyan de aloz bikin.
Lê em wek YNK bi israrin ku li Diyala, Selahedîn û Kerkûkê hikumetên xwecihî ava bikin da ku li pêşiya buyerên ku derdikevin parastin bikin.”

Endamê Encûmena serokatiya YNK’ê Salar Mehmûd di daxuyaniyek ya çapemeniyê de di derbarê rewşa Kerkûkê de axivî û hişyarî da.

Salar Mehmûd diyar kir ku çend komên terorîst hene ku hatine Germiyanê û deverên derdora wê û got:

“Divê di demek nêzîk de li Selahedîn û Kerkûkê komên çekdar bên avakirin û hêzên ewlehiyê jî di amadebaşiyê de bin.

Ji ber ku ev komên terorîst dê zerereke mezin bidin ewlehiya herêmê.

Em rojane giliyên welatiyan distînin ku van çekdaran dest bi şewitandina genimê cotkaran kiriye.”

Salar Mehmûd: Dixwazin Peywendiyên di navbera pêkhateyan de aloz bikin

Mehmûd derbarê armanca van komên terorîst û hêzên li pişt wan de wiha got:

“Hinek ajanda hene ku dixwazin peywendiyên di navbera pêkhateyan de aloz bikin.

Em wek YNK bi israrin ku li Diyala, Selahedîn û Kerkûkê hikûmetên xwecihî ava bikin.

Ya ku Başûrê Kurdistanê eleqeder jî dike, alî naxwazin eşkere bibin, bi taybetî YNK ku hêza yekeme li herêmê ye, ji ber ku herî zêde deng û kursî hene.

Divê aliyên din û PDK hemahengiyê bikin ji bo danûstandinan, da ku em hikûmeteke xwecihî ya guncaw ava bikin.”

Salar Mehmûd: Divê ji bo Kerkûkê Parêzgerekî Kurd bê destnîşankirin

Endamê Encûmena serokatiya YNK’ê Salar Mehmûd da zanîn ku beşek ji astengan navxweyî ne ger hikûmeta xwecihî kar bike, ew dikarin di aramkirina rewşê de rola xwe bilîzin û got:

“Divê ji bo Kerkûkê parêzgerekî Kurd bê destnîşankirin.

Baştire ku YNK û PDK bi hev re lihevkirinek hevbeş pêk bînin, da ku em bikarin hinek xirabiyên ku tên kirin telafî bikin.

Em pêwîst dibînin ku di zûtirîn dem de hilbijartin bên kirin.”

Back to top button