Ferhad Şamî: Êrişên dewleta Tirk nefesê dide çeteyên DAIŞ’ê

Demên dawiyê xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê zêde bû.
Di wextekê de ku êriş li dijî herêmê dihatin kirin, DAIŞ’ê hewl dida ji êrişan sûdê bigre.
Girêdayî vê yekê Berdevkê navenda Raghandina QSD’ê Ferhad Şamî axivî.
Ferhad Şamî tekez kir ku pêwîste navendên ku DAIŞ’ê fînanse dike bê tunekirin.

Rêveberê Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî bi van gotinan balê dikşîne ser êrişên Tirkiyê û xeteriya DAIŞ’ê.

Ferhad Şamî tevgerên demên dawî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêşdikeve ji Nûçe Ciwan re nirxand.

Şamî diyar kir ku di Rojhilata Navîn de hîna jî DAIŞ xeteriya xwe ya mezin diparêze û got:

“Li vir ji bo fêmkirina vê rastiyê pêwîste mirov nexşeya belavbûna DAIŞ’ê nas bike.

Li herema Bakur û Rojhilatê Sûrî, Sûrî, Iraq, Rojhilata Navîn û di asta cîhanî de dîtina vê rastiyê girîng e.”

Ferhad Şamî: Têkiliya esasî ya DAIŞ ji herêmên dagirkiriye

Ferhad Şamî da zanîn ku DAIŞ li Baxozê têk çû, şanayên DAÎŞ’ê yên mayî jî bere xwe dane çolistana Sûrî.

DAIŞ bi hêza ku ji Dewleta Tirk girtiye ve di sala 2023’an de nêzî 300 carî êrîş kir û 400 leşkerê Rêjîma Şamê kuştin.

Ferhad Şamî: Di sala 2023’an de 400 çete hatin girtin

Bi gotina wî di sala 2023’an de QSD’ê û Hêzên Koalisyonê 225 operayon lidarxist, bêhtirî 400 çete hatin girtin.

Helbet ji ber hebûna me û tekoşina me wekî bere nikarin têkevin bajaran lê di qadên Rêjîma Sûrî de dikarin xwe aktif bikin.

Ger ev bê paşguhkirin, ji bo pêşerojê xeteriyên mezin xwedî dike.

Ferhad Şamî: Pêwîste navendên ku DAIŞ fînanse dike bê tunekirin

Berdevkê navenda Raghandina QSD’ê Ferhad Şamî herî dawî got:

“Wekî encam DAIŞ tenê bi tekoşîna leşkeri ve naqede.

Pêwîste navendên ku DAIŞ’ê finanse dike bê tunekirin.”

Back to top button