Di êrişa Rûsya ya li ser Xarkîvê de 12 kes mirin

Artêşa Rûsya careke din êrişî bajarê Xarkîv yê Ukraynayê kir.
Di êrişa li ser dikaneke tiştên avahiyan de, herî kêm 12 kes mirin û 43 jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê 16 kes winda ne.

Di êrişên Rûsya yên li ser Ukraynayê de, jimara kuştiyan zêde dibe.

Artêşa Rûsya şevê din bi dijwarî êrişî Xarkîv a Ukraynayê kir.

Xarkîv yek ji bajarên mezin yê li rojhilatê Ukraynayê ye.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Xarkivê Oleh Sinyehubov îro danê sibê di daxuyaniya dayî de, ragihand ku hejimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 12’an.

Her wiha 43 kes birîndar bûne û 16 kes jî winda ne.

Di vê navberê de, hate destnîşankirin ku xebatên vemirandina şewata ji ber êrişê bi dawî bûye û lêgerîna kesên di bin xerabean de mayî jî dewam dike.

Li gorî daxuyaniya Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, li cihê êriş li dijî wê pêk hatî, nêzî 200 kes hebûn.

Zelensky di axaftina xwe ya giştî de, ev êrîşa Rûsyayê wekî “îfadekirineke nû ya dînbûnê” bi nav kir û got:

“Tenê yên wek Putin di rewşek dînbûnê de ne, dikarin bi vî rengî mirovan bikujin û terorîze bikin.”

Şaredarê Xarkivê Îhor Terehov jî diyar kir ku di avahiya qismî hilweşiyayî de, ji gelek kesan xeber tune.

Macron: Em êşa Ukrayniyan parve dikin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, êrîş şermezar kir û got:

“Ev bi temamî nayê qebûlkirin.

Fransa êşa Ukrayniyan parve dike û li cem wan disekine.”

Êrîşên Rûsyayê tevahiya şevê dewam kirin

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê, Rûsyayê tevahiya şevê êrîşên xwe yên esmanî yên li dijî Ukraynayê dewam kir.

Hêza hewayî ya Ukraynayê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di êrîşên asmanî de mûşekên Kinjal ên hîpersonîk jî hatine bikaranîn.

Hat destnîşankirin di êrişan de, herêmên li rojavayê Ukraynayê hatine armanckirin.

Kanala radyoya giştî ya Ukrayna ragihand li nêzî paytext Kîevê jî dengê teqînan hatiye.

Rûsya: Heger çekên Îngîlîzan li ser axa me bên bikaranîn em ê bersiv bidin

Back to top button