![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/XIZMEN-GIRTIYAN-4.jpg)
Li Mêrsîn û Stenbolê bi dirûşma “Deng bide azadiyê” çalakî hatin lidarxistin.
Çalakvanan anîn ziman heta rakirina tecrîdê divê çalakî û xwepêşandan bidomin.
Di çalakiya Stenbolê de polîsên faşîst girse dorpêç kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd didomin.
Di vê çarçoveyê de, li Mêrsîn û Stenbolê bi dirûşma “Deng bide azadiyê” çalakî hatin lidarxistin.
Xizmên girtiyan ên Stenbolê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li hev kombûn.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û gelek kes tevlî bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Lê çalakvan ji hêla polîsên faşîst ve hatin astengkirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî hatiye binçavkirin.
“Ji bo rakirina tecrîdê divê çalakî û xwepêşandan bidomin”
Çalakiya li Mêrsînê jî li Daristana Aştiyê ya 68’an a li navçeya Toroslarê pêk hat.
Di hevdîtinê de, nirxandinên Rêber Apo ên têkildarî azadiya jinê hatin xwendin.
Li wir Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî a Êlihê Zeynep Oduncu axivî û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê çalakî û xwepêşandan bidomin.