Li Derayê di nava 24 seatan de 2 kuştî, 6 girtin û 3 revandî

Li Derayê di 24 saetên dawîn de 2 kes hatin kuştin, 6 hatin girtin û 3 jî hatin revandin.
Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek revandin.
Di nava rewşek wiha de, Erebistana Siûdî balyozê xwe li Şamê erkdar kir.

Parêzgeha Deraa bûye yek ji herêmên herî metirsîdar yên li Sûrî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir hêzên hikumeta Şamê li Derayê girtin ser konekî ji eşîra Riwêdan û ji eşîrê 6 kes revandin.

Li bajarê Hîrak yê rojhilatê parêzgehê ciwanek û li herêma Lucat efserek û leşkerek hikumeta Şamê hatin revandin.

Li bajarê Senemên ê bakurê Derayê jî welatiyek ku bi îstîxbarata leşkerî ya Şamê re kar dikir di encama êrişa çekdarên nenas de hate kuştin.

Her wiha li gundewarê rojhilatê parêzgehê jî çekdarên nenas rasterast gule li jinek û ciwanekê reşandin.

Di encamê de jin hate kuştin û ciwan jî birîndar bû.

Erebistana Siûdî balyozê xwe li Şamê erkdar kir

Li rex van şer û êrişan aloziyek aborî ya têkçûyîî li welêt heye.

zêdetirî 13 sal ku welatiyên Sûrî berdêla vê yekê didin.

Erebistana Siûdî ji bo têkiliyên dîplomasî di nava Şam û Riyadê de hin gavên nû avêt.

Ajansa Nûçeyan a Siûdî WAS daxuyand ku Dr.Feysel Bin Siûd El Mecfel bo balyozê Siûdî li gel hikumeta Şamê hat erkdarkirin.

Dr. Feysel Bin Siûd El Mecfel dê karê balyozxaneya Siûdiyê ya li Şamê ji nûve bide destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî qut bûbûn.

Ji par ve, welatên Ereban êdî yek bi yek têkliyên xwe yên li gel Şamê baş dikin.

Back to top button