Li Derayê di êrişan de leşkerek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha Derayê rojane êrişên çekdarî û kuştin heye.
Li Derayê di êrişên çekdarî de, Leşkerek hikumeta Şamê hate kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li ser riya dinavbera bajarokê El-Şecera û Sehim yê li rojavayê Derayê erebeyek hêzên hikumeta Şamê teqiya.

Di encamê de, leşkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku erebe ji ber ku berê bombeyên teqemeniyên tê de ji aliyê kesên nenas ve hatibû dayîn, teqiya.

Li bajarê Newa yê gundewarên parêzgehê kesên nenas êrişî dermanxaneyekê kir û di encamê yek jê zarok, 2 kes birîndar bûn.

Her wiha li bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê jî kesên nenas rasterast êrişî welatiyekî kir û ew birîndar kir.

Çavdêriya Sûrî ji destpêka îsal ve li Derayê di 111 bûyerên aloziya ewlehiyê de 151 kes hatine kuştin.

Li Derayê teqîn: 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Back to top button