Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, hilbijartina şaredariyan ku wê 30’ê Gulanê pêk hatiban paşxist.
Hilbijartin wê 11’ê Hezîranê pêk bê.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartinên şaredariyên herêmê paş xistiye.
Komseriyê diyar kir ku armanca sereke ya hilbijartinê, ji bo pêkanîna şefafiyet û demokrasiya li herêmê ye.
Ji ber vê yekê biryar bû 30’ê Gulanê Hilbijartina Şaredariyan pêk were.
Komseriyê daxuyakirin ku dema hatî destnîşankirin ji bo xebatên hilbijartinê bi têrê nekiriye ji ber wê 11 rojên din dema hatiye dirêjkirin.
Bi vê yekê re, wê Hilbijartin 11’ê Hezîranê pêk were.



