Partiya El Weten El Sûrî tev li hilbijartinan dibe

Dema hilbijartina şaredariyên 3 hefte maye.
Partiya El Weten El Sûrî ragihand ku wê tev li hilbijartinê bibe.
Partiyê bernameya xwe ya hilbijartinê jî diyar kir.
Li Kantona Efrîn/Şehbayê jî Lijneya Hilbijartinê hate avakirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya El Wetan El Sûrî Sabit El Cehwer eşkere kir ku wê beşdarî hilbijartina Şaredariyan bibe.

Endamên Partiya El Wetan El Sûrî li Parka 4’ê Nîsanê a Hesekê ji bo beşdarbûna xwe ya di hilbijartinê de kom bûn.

Li wir bi daxuyaniyekê hate ragihand ku wê beşdarî hilbijartinên şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di 30’ê Gulanê de bibin.

El Cewherî: Em bi guhertina rasteqîne bawerin

Sekreterê giştî yê partiyê Sabit El Cehwer daxuyanî da û got:

“Wek Partiya El Weten El Sûrî em bi vê yekê bawer in ku divê şêniyên her herêmê kar û barên jiyana xwe li gorî berjewendiyên xwe biparêzin. Kar û beşdarbûn ji rûniştin û beşdarnebûna baştir e. Em bi guhertina rasteqîn bawer in ku pêwîstiya me pê heye.”

El Cewher anî ziman ku ew dixwazin berpirsyariya herêmên xwe rakin û ji bo vê yekê ragihand wê beşdarî hilbijartina şaredariyê bibin.

Partiya El Weten El Sûrî bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir

Li gorî daxuyaniyê çend ji xalên bernameya partiyê ya ji bo hilbijartinê wiha ye:

  • Xizmetên şaredariyan pêşkêşî tevahî welatiyan bêyî cudabûn an dûrxistin bê kirin.
  • Peydakirina jeneratorên elektirîkê ji şêniyan re ku di bin çavdêrî û rêveberiya şaredariyê de bin.
  • Çareseriyên lezgîn ji pirsgirêka çopê re were peydakirin, zêdekirina qadên bi dar û ber.
  • Hêsankirina xebatên welatiyan, avakirina çandeke hesabpirsînê û berpirsyariyê di nava şaredariyan de.
Back to top button