Beriya hilbijartinan, pêşhilbijartinên Kongra Star, PYD, Kombûna Jinan a Zernûbya û Partiya Sûriya Pêşerojê jî ber bi dawiyê ve tên.
Êdî hema namzetên van partiyan jî diyar dibin.
Li 4 kantonan Kombûna Jinan a Zenûbya nêzî 50 namzetên xwe yên hevserokatiya şaredariyê diyar kiriye.
PYD û Kongra Star jî pêşhilbijartinên xwe yên dawî li herêmê wê pêk bînin.
Li heft kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî amadekariyên dawî yên ji bo Hilbijartina Şaredariyan pêk tên.
Partî, tevger û rêxistinên beşdarî hilbijartinê dibin, wê ji bo 121 şaredariyan bikevin pêşbaziyê.
Ya tê xuyakirin, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbya, xwe bi awayeke herî baş heta niha ji bo vê hilbijartinê amade kiriye.
Kongra Star heta niha 74 namzetên xwe diyar kiriye
Kongra Star tevî bajarên mezin, bajar û bajarokan li 74 cihan namzeta xwe ya şaredariyê diyar kiriye.
Ev namzet bi rêya pêşhilbijartinên li herêmê bi rêya demokrasî pêk tîne hatin hilbijartin.
Ev namzet jî li 3 kantonên Cizîr, Firat û Efrîn/Şehbayê hatine hilbijartin.
Hîna pêşhilbijartinên li herêmê yên Kongra Star û PYD wê sibe li 8 deveran pêk were.
Pêşhilbijartina yekem li Hesekê di 24’ê Nîsanê de, ji aliyê Kongra Star ve pêk hatibû.
Duh jî li 9 bajarokên Kantona Cizîrê pêşhilbijartin pêk anîbûn.
Kombûna Jinên Zenûbiya heta niha li 4 kantonan 49 namzetên xwe diyar kiriye
Niha li 4 kantonan (Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbic) Kombûna Jinan a Zenûbya 49 namzetên xwe yên hevserokatiya şaredariyê diyar kiriye.
Li herêmê bêtirî 2 mîlyon û 600 hezar mafê xwe yê dengdanê heye
Li gorî serjimariya 10’ê Sibata a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî 5 milyon û 912 hezar û 342 welatî li 7 kantonên herêmê hene.
Ji van jî mafê 2 milyon û 686 hezar û 339 kesî yê bikaranîna dengan heye.
Serjimariya nû ya Rêveberiya Xweser bi armanca zelalkirina hejmara şêniyên ku dê biçin ser sindoqan dabû destpêkirin hîna jî dewam dike.