Şaredariya Cizîrê ji bo nîqaşkirina sîstema nû ya şaredariyan civînek li dar xist

Li gorî hevpeymana civakî ya Herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê wê Desteya Şaredariyan bibe Yekîtiya Şaredariyan.
Şaredariya Kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina guhertinên nû di sîstema Yekîtiya Şaredariyan de civînek li dar xist.
Di civînê de, Şaredariya Kantona Cizîrê 10 endamên xwe xelat kir.

Şaredariya Kantona Cizîrê civînek ji şaredariyên herêmê re li darixst.

Di civînê de, Hevserokên Şaredariyan, endamên tîmên agirkujê, rêveberên Mudiriyan û Şirketan tevlî civînê bûn.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê hevpeymana civakî eşkere kir.

Li gorî hevpeymanê wê Desteya Şaredariyan bibe Yekîtiya Şaredariyan.

Niha jî ev pêşhilbijtênên ku li herêmê tên kirin yek ji amedariyê wê ye.

Di civînê de rewş siyasî, rewşa rêxistinî di nav de guhetin û veguhertinên di sîstema Yekîtiya Şaredariyan û rewşa musim û awayî parastina wê hatin nîqaş kirin.

Her wiha madeyên Zagona Şaredariyan a ku Meclisa Gelan a Demokratîk li ser erê kir, hatin xwendin.

Piştî xwendina van madeyan, beşdaran nerîn û pêşinyarên xwe dan.

Back to top button