Şêniyên Til Rifetê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir

Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj zêdetir dibin.
Li dijî biryara nû yên qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re, koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê daketin qadan.
Li Reqayê û Dêrazorê jî bi çalakiyekan tercîd hate şermezar kirin.

Meclisa bajarê Til Rifetê ya kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo meşek li dar xist.

Meşa li qada zeytûn destpêkirî, li qada bazara navçeyê veguherî mîtingê.

Di mîtingê de, li ser navê meclîsa navçeya Til Rifet Reşîd Fetko axivî û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Li Reqayê zarokên şehîdan banga azadiyia fîzîkî ya Rêber Apo kir

Bi heman armancê, Malbat û Zarokên Şehîdan yên Kantona Reqayê meşek lidarxistin.

Meş ji ber dibistana kewkeb a zarokan destpêkir û li çarxareya neîm veguherî mîtingê.

Li wir, li ser navê zarokên şehîdan daxuyaniyek hat dayin.

Di daxuyaniyê, de tecrîda li ser Rêber Apo û cezayên dîsîplînê yên dermirovî li dijî wî hatine birîn hatin şermezarkirin.

Zarokên şehîdan dawiyê de teqezî bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Şêniyên Dêrazorê tecrîdca li Îmraliyê şermezar kir

Li Kantona Dêrazorê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşek li dar xist.

Li wir Tevgerê bi daxuyaniyek zîhniyeta dewleta Tirk a înkarkirina civakan a li dijî Rêber Apo şermezarkirin.

Ciwnan dawiyê de, diyarkirin ku şêniyên kantonê û ciwanên wê di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi israr in.

Back to top button