Şerê Îsraîl-hemas: 215 roj

Di 215 rojên şerê Îsraîl û Hemasê de hejmara windahiyan gihişt 35 hezar kesan.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê 80 hezar kes ji bajêr derketin.
Her wiha serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku bombeyên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji Îsraîlê re hatine şandin û şandina wan rawestandiye, ji bo kuştina sivîlên Filistînî tên bikaranîn.

Li Şerîda Xezayê bîlançoya windahiyan giran dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 215’an de bîlançoya dawî ya windahiyan parve kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê de hejmara miriyan gihîştiye 34 hezar û 904 kesan û her wiha 78 hezar û 514 kes jî birîndar bûne.

NY: Di êrîşên zêde yê Îsraîlê de 80 hezar kes ji Refahê derketin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê 80 hezar kes ji bajêr derketin.

Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî-UNRWA banga agirbesteke lezgîn kir û got:

“Ji bo bi dehhezaran Filistîniyên ku gelek carana neçar mane birevin, bedela wê yekê giran e. Tu der ne bi ewle ye.”

Neteweyên Yekbûyî û komên alîkariya mirovî hişyariyê didin ku eger Îsraîl bi temamî ji aliyê bejahî ve êrîşî bajar bike dê “felaket” çêbibe.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê hêzên deryayî yên Hamasê di bombebarana Gazzeyê de hatiye kuştin

Îsraîl: Fermandarê hêzên deryayî ya Hemasê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê hêzên deryayî yên Hemasê li Xezayê di encama êrişa hewayî de hatiye kuştin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got:

“Di operasyona hevpar a Artêşa Îsraîlê û Servîsa Ewlekariya Giştî de, balafireke Hêzên Hewayî Fermandarê Hêzên deryayî yên Hemasê yên li Xezeyê Ehmed Elî kir armanc.”

Adraee anî ziman ku Ehmed Elî di hefteyên dawî de “teşwîqî êrîşên terorîstî yên li dijî hêzên artêşa Îsraîlê yên ku li navenda Şerîda Xezayê tevdigerin dikir.

Hemas: Îsraîl di peymana agirbestê de ne cidî ye

Her wiha Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê Îzzet El Rişk diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû hewl dide bi hincetan ji danûstandinan dûr dikeve û got:

“İsraile ji bo lihevkirine ne cidî ye.

Ji bo dagirkirina bajarê Refahê û deriyê sînor danûstandinan wek hincetekî bikar tîne.”

Rişk anî ziman ku Hamas di warê qebûlkirina pêşniyarên navbeynkaran de girêdayî helwestên xwe ye.

Biden: Bombeyên me ji Îsraîlê re şand li Xezayê sivîlan kuşt

Li aliyê din serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku bombeyên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji Îsraîlê re hatine şandin û şandina wan rawestandiye, ji bo kuştina sivîlên Filistînî tên bikaranîn.

Biden diyar kir ku eger Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu fermanê bide hêzên xwe ku Refahê dagîr bikin, ewê şandina çekan ji bo Îsraîlê rawestîne.

Back to top button