Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Aevsta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd, jin û mirovahiyê pîroz kir. Besê û Sozdar teqez kir ku dema hatiya Rêber Apo ji aliyê fizîkî de were azadkirin, lewra her du aliyan banga geşkirina têkoşînê kir.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de axivî û diyar kir ku dema wê hatiye ku Rêber Apo ji aliyê fizîkî de azad bibe.
Besê Hozat got:
”Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd, jin û azadiya gelan e.
Rêber Apo nasnameyeke civakî ye, pêvgihîna vîna azad a gel û jinan, her wiha nasnameya kolektîf e.
Bersiva herî watedar ku gelê me bide vê rojê, ew e ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bike û bi teqezî bi ser bikeve.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku divê çalakî bêhtir werin rengînkirin, geşkirin û domandin, ji ber dem hatiye Rêber Apo ji aliyê fizîkî de azad bibe.
Sozdar Avesta: Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî em têkoşînê geş bikin
Bi heman boneyê, Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta rojbûna Rêber Apo li dayîkên şehîdan, hemû jinan gelê Kurdistan û mirovahiyê pîroz kir.
Sozdar Avesta bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û teqez kir ku ew ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê geştir bikin.
Ji bo vê jî, Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê bang li hemû jin, ciwan, gel û hêzên demokratîk kir ku bi rengekî çalaktir tevlî pêvajoyê bibin.