Salvegera 14. a Şehadeta Şoreşger Şêrîn Elemhulî

Ew li hemberî hemû zilma rejîma Îranê, di şert û mercên herî zehmet de, li girtîgehê li ber xwe dan.
Kemanger, Elemhulî, Heyderyan, Wekîlî û Îslamyan, pênc şoreşgerên azadî û rêya serkeftinê.
13 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd.
Ispata vê jî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

Cezayê darvekirinê yek ji cezayê herî kevin ê dîroka mirovahiyê ye, wateya darvekirin tê wateya kuştina kesek ji ber sucek mezin.

Ji dema Şah heta Xumeynî, Îran bûye çalek tarî ya sîstema darvekirin û terorê.

Niha li cîhanê dema ku peyva darvekirin tê gotin, di rêza yekem de Îran li bîr û fikirên mirovan de cih digire.

Rejîma Îranê jî yek ji wan hikumraniyên li ser sîstema dîktatoriyê desthilata xwe berdewam dikeye.

Pêla girtin û qetilkirina ciwanên Kurd

Piştî her sê şoreşên gelan ên Îranê, demek bû Rojhilatê Kurdistan û gelên azadîxwaz li benda tevgereke siyasî û şoreşger bûn.

Heya wê dema ku ji nûve dibin fikir û felsefeya Rêber Apo de dest bi xebata fikrî û çekdarî hat kirin.

Tîrêjên şoreşê gihişt nava gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî

Piştî damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û pêşketina şoreşa civakî, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bûn.

Li nava bajaran de rêxistinên siyasî û sivîl jî pêşket.

Di beramber de rejima Îranê dest bi pêla girtin û qetilkirina ciwanên Kurd kir.

Lê ciwanên Kurd di têkoşîna xwe de wê yekê piştrast kirin ku li cem wan bi can fedakirinê jiyan destpêdike û bi darvekirinê jî serê Kurdan bilind dibe û şewq dide.

Rejîma Îranê 44 sal temenê xwe de darvekirinan weke amrazek bêdengkirin û çavtirsandinê dijî xelkê Rojhilatê Kurdistan, şoreşger û çalakvanan bikartîne.

Ji vane jî Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Hisên Xizrî û Ramîn Hisên Penahî û gelek kesên din para xwe ji vê yekê girtin.

Di rojek weke îro de di berbanga 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve bi hinceta ku endamên PJAK’ê ne, hatin bi darvekirin.

13 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd.

Ispata vê jî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

Her yek ji van şoreşgeran xwediyê xebat û têkoşînek siyasî, netewî, sivîlî û mirovî bûn.

Ji ber vê yekê jî tirs xistibûn dilê dewleta Îranê.

Salvegera 13. a şehadeta şoreşger Şêrîn Elemhulî

Back to top button