Komeke Parlementer û Akademisyen nameyek derbarê ocalan de ji CPT re şand

Bi Pêşengiya Înîsiyatîfa Aştiyê ji bo Kurdistanê Parlamenter, Sendîkavan û Akademîsyen jî di nav de gelek kesayetan nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT re şandin.
Di nameyan de ji CPT’yê hat xwestin ku bi lez heyetekê bişîne Îmraliyê û derbarê rêber Ocalan de agahiyê bide.

Komeke parlamenter, sendîkavan û akademîsyenan bi pêşengtiya Britanya Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa Aştiyê ji bo Kurdistanê ji bo naskirina rewşa rêber Ocalan li Îmraliyê nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şandin.

Di nameyan de hat xwestin ku CPT bi lez heyetekê bişîne Îmraliyê û rewşa rêber Ocalan bi raya giştî re parve bike.

Name ji Serokê CPT Alan Mitchell re bi sernavê ‘Bangeke lezgîn ku divê tavilê bi cih bê anîn’ hate şandin.

PROF.Miley: CPT neçar e derbarê Ocalan de agahiyê bide

Ji berdevkên kampanya Peace in Kuridstan ji Zanîngeha Cambridgeyê Prof. Jeff Miley têkildarî mijarê axivî.

Miley anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî roleke gelekî girîng û wiha dewam kir:

Em dixwazin dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn ku ev yek dibe sedema krîmînalîzekirina gelê Kurd û kiryareke hovane û li dijî mirovahiyê ye.”

Fîlozof Edgar Morin derbarê tekoşîna gelê Kurd û PKK’ê nirxandin kir

Di heman çarçoveyê de fîlozof û ramangerê navdar Edgar Morin derbarê tekoşîna gelê kurd û tevgerê Azadiya Kurdistanê axivî.

Edgar Morin diyar kir ku heyranê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û got:

“Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dozeke mafdar e.

Divê em ji bo gelê Kurd û Rêberê wan Abdullah Ocalan têbikoşin.”

Fîlozof Edgar Morin: Tekoşîna gelê Kurd dozeke mafdar e

Edgar Morin bal kişand ser derbaskirina PKK’ê di lîsteya terorê ya welatên Ewropayê de û ev nirxandin kir:

“Têgeha terorîst, ji bo vegotina berxwedana li dijî hêmaneke zordariyê her tim bi rengekî nerast hatiye bikaranîn.

Ev helwest xizmetê ji aştiyê re nake.

Divê şert û mercên civîneke navneteweyî ji bo başkirina rewşa Rojhilata Navîn ku di nav de gelê Kurd û Filistîn jî heye bê pêkanîn.

Lê em ji perspektîfeke wiha dûr in.”

 

Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re aştî ya Îngilîstanê nameyek ji CPT re şand

Back to top button