Liv û Tevgera Çeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî Iraq û Sûriyê zêde dibe

Çeteyên DAIŞ’ê ku hin hêz dixwazin ji nû ve zindî bikin, ji destpêka salê ve 177 caran êrişî herêmê kiriye.
Piştî gefên DAIŞ’ê li herêmên Iraq û Sûriyê êrişên şaneyan zêde bûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên pêbawer ên ewlekariyê hatine wergirtin, şaneyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala, deşta Embar, Hedîsa û Qayîm xwe bi rêxistin dikin.
Bi taybetî jî li xeta sînor a Iraq û Sûriyê bi awayekî çalak tev digerin.

Li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê di nav hewildan xwe ji nû ve rêxistinkirinê de ne.

Pê re jî xeteriya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.

Ji bo ji nû ve xwe rêxistin bikin liv û tevgera wan zêde bûye.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê û saziyên herêmê bi desteka hin hêzên derve hewl tê dayîn DAIŞ ji nû ve were zindîkirin.

Tê gotin ji sînorê Iraq-Sûriyê heta herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine darigikirin, planên bi vî rengî hatine meşandin.

Li vir di 3’yê Çileyê 2024’an û Nîsana 2024 berdevkê DAIŞ’ê Ebu Huzeyfê Ensarî bang li şaneyên veşartî kir ku ji bo êrişan bikevin nava tevgerê.

Piştî gefên DAIŞ’ê li herêmên Iraq û Sûriyê êrişên şaneyan zêde bûn.

Şaneyên DAIŞ’ê li gelek parêzgehan xwe bi rêxistin dikin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên pêbawer ên ewlekariyê hatine wergirtin:

“Şaneyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala, deşta Embar, Hedîsa û Qayîm xwe bi rêxistin dikin.

Bi taybetî jî li xeta sînor a Iraq û Sûriyê bi awayekî çalak tev digerin.

Çete li van deran komên çêkirina teqemeniyan.

Komên xwekuj û komên çekdar amade dikin.

Plan dikin li hemberî girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de ne û kampa Holê bi kar bînin.

Çete li deverên Reqa û Dêrazorê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de, şaneyên veşartî ava kirine û xwe wek şivan nîşan didin.

Çeteyan li van herêman li dijî hêzên hikumeta Şamê û hêzên nêzî Îranê gelek êriş pêk anîne.

Li van deveran gelek cebilxane jî desteser kirine.”

“Dewleta Tirk Çeteyên DAIŞ’ê xistin nava tevgerê”

Li gorî çavkaniyan dewleta Tirk a dagirker jî li herêmên dagirkirî û gundewarên Helebê çeteyên DAIŞ’ê xistine nava liv û tevgerê.

Bi vê yekê hatiye plankirin ku çete wek şaneyên veşartî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên bicihkirin.

Di nava 4 mehan de DAIŞ 177 êriş pêk anîne

Li gorî daneyên ji hêzên ewlekariyê hatine wergirtin ji 1’ê Çileyê 2024’an heta 30’ê Nîsana 2024’an çeteyên DAIŞ’ê 177 caran êrişî herêmê kiriye.

37 welatî û 301 leşkerên Hikumeta Şamê hatin kuştin

Ji destpêka salê heta 5’ê Gulanê di êrişên çeteyan de li herêmên hikumeta Şamê de 37 welatî û 301 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Li dijî Pilanên Çeteyan 31 Operasyon pêk hatin

Li hemberî êriş û planên çeteyên DAIŞ’ê hêzên QSD, YPJ û Hêzên Asayîşê ji 1’ê Çileya 2024’an heta 30’ê Nîsana 2024’an, 31 operasyon li dar xistin.

117 Çete hatin girtin û 10 hatin kuştin

Di encamê de 117 çete hatin girtin, 10 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Back to top button