Avaşîn Misto: CPT tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dike

Tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe zêde dibe û girantir dibe.
Li beramber wê jî bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj zêdetir dibin.
Têkildarî tecrîdê, Hevseroka Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û diyar kir ku CPT di çarçoveya erk û berpirsiyariyên xwe de tevnagere û tenê ji bo şexsan kar dike.
Her wiha jinên Girkê Legê jî ji bo azadiya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe zêde dibe û girantir dibe.

Li beramber wê jî bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj zêdetir dibin.

Têkildarî tecrîdê, Hevseroka Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî.

Avaşîn Misto diyar kir ku CPT qaşo ew rêxistin e ku ji bo parastina mafê mirovan hatiye avakirin, lê dema mijar dibe Rêber Apo ev sazî xwe kor û lal dike û got:

“Çima tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe zêdetir û girantir dibe?

Ji ber mezinbûna temenê Rêber Apo jî hewce ye hevdîtîn pêk werin û ev yek di hemû qanûnên dewletan de wisa ye.

Lê dema mesele dibe Rêber Apo, qanûn tên jibîrkirin.”

Avaşîn anî ziman ku diyar e CPT tenê ji bo hin kesan kar dike û wiha domand:

”CPT tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de kar dike.

Bi milyonan kes bendewarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne.

Her wiha em ê jî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, heya dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin.”

Back to top button