“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê mezinkirin”

Bertekên li hember tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj zêdetir dibin.
Li beramber wê jî, bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê jinan ve zêdetir dibin.Jinên Girkê Legê diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê mezinkirin.

Safiye Murad anî ziman ku Rêber Apo ji bo azadiya gelan li hember siyaset û komployan têdikoşe û li ber xwe dide û got:

“Bi saya raman û felsefeya Rêber Apo, jin ji her demê bêtir bi hêztir û xwedî vîn bûne.”

Eyşe Mistefa jî sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dike şermezar kir û got:

“Bi wan sûcan dixwaze gelan ji Rêber Apo dûr bixe.

Me fêm kir ku berxwedan jiyan e, serîtewandina ji dijminan re heqaret e, ne pêkan e ku em ji ramanên wî dûr bikevin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê mezinkirin.”

Her wiha Xalse Xelef jî destnîşan kir ku felsefeya Rêber Apo bingeha têkoşîna ye.

Back to top button