Keştiya şer a Amerîkayê ji tengava Taywanê derbas bû

Keştiyeke şer a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ji Tengava Taywanê derbas bû.
Ji hêla Amerîkayê ve daxuyanî hat dayîn û hat gotin derbasbûna keştiyê şer ji Tengava Taywanê nîşana pabendbûna Amerîkayê ya ji bo parastina hemû welatan azadiya rêwiyan e.
Her wiha Çînê jî da xuyakirin ku keştiya şer a Amerîkayê di dirêjahiya gera xwe de ji aliyê hêzên deryayî û hewayî yên Çînê ve hatiye şopandin.

Keştiyeke şer a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ji Tengava Taywanê derbas bû.

Derbarê vê yekê de hêzên Amerîkî li Okyanûsa Pasifîkê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin keştiya şer a bi navê USS Halsey ku moşek bar kiriye ji nav avên Tengava Taywanê ya ku li wir azadiya çûn û hatinê heye derbas bû.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku keştiyê korîdoreke ku ne di nav avên bejayî yên welatên ku sînorên tengavê de ye bi kar aniye û wiha hat gotin:

“Derbasbûna USS Halsey ji Tengava Taywanê nîşana pabendbûna Amerîkayê ya ji bo parastina hemû welatan azadiya rêwiyan e.”

Nabe ti endamekî civaka navneteweyî neçar bimîne ku dest ji maf û azadiyên xwe berde.

Hêzên Çekdar ên Amerîkayê li cihê ku hiqûqa navneteweyî destûrê dide dikare tevbigere”

Hêzên deryayî û hewayî ya Çînê derbasbûna keştiyê şopand

Berdevkê Fermandariya Eniya Rojhilat a Artêşa Rizgariya Gelê Çînê Albay Li Şî li ser derbasbûna keştiya şer a Amerîkayê daxuyanî da.

Lî Şî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku keştiya şer a Amerîkayê di dirêjahiya gera xwe de ji aliyê hêzên deryayî û hewayî yên Çînê ve hatiye şopandin.

Berdevk Lî got:

“Leşker dê her tim hişyar bimînin û bi biryar serwerî û ewlehiya neteweyî, aştî û aramiya herêmê biparêzin.”

Wezareta Parastinê ya Taywanê di daxuyaniya xwe de derbasbûna keştiyê piştrast kir û diyar kir ku li av û qada hewayî ya derdora Tengavê “rewş asayî ye”.

Çînê ku girava Taywanê wekî beşek ji axa xwe û Tengava Taywanê jî wekî avên bejayî dihesibîne, li dijî xebatên deryayî û keşfê yên hêzên deryayî yên Amerîkayê li herêmê ye.

Kiryarên bi vî rengî dibe sedema aloziyê di navbera her du welatan de.

Back to top button