Li ser rêya Hesekê-Qamişlo qezayek metirsîdar pêk hat.
Di encamê de, 11 welatî birîndar bûn.
Di saetên piştî nîvro de, li ser rêya Hesekê-Qamişlo qezayek pêk hat.
Di qezaya foksek û barhilgirek bi hev ketin de, 11 welatî birîndar bûn.
Navê hinek birîndaran yên me bidest xistî wiha ne:
- Amir Fehd
- Aya Emar Mihemed
- Erfat Himêdî
- Fihmiya El-Elî
- Ebdulrehman Ebdulhelîm Hesen
- Mihemed El-Elî
- Qamis Qasim
- Hemdiya Umer
- Mehmûd Xelîl
- Mehmûd Ueyid
- Qeyser Hemîd
Welatiyên li cihê qezayê kombûyîn, birîndar rakirin nexweşxaneya El Reca ya bajarê Hesekê.
Li gorî agahiyên bijîşkên nexweşxanê bi nûçegihanê me re parvekirîn, rewşa birîndaran baş e.
Ev demeke li ser rêya navbera Qamişlo-Hesekê de qeza pêk tên.
Nûçegihanê me Mihemed Badilî ji nava nexweşxaneyê rewşa birîndaran radigihîne.