Dozgerê berê ya DCNE Del Ponte: Li dijî Kurdan sûcê şer û xiyanetê dikin

 Dozgera berê ya DCN Del Ponte diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê sûcê şer kiriye û divê ji ber vê yekê were darizandin.
Del Ponte pratîka NY a der barê Sûriyeyê jî rexne kir û got, “Serketin nîne, xiyanet û sûcê şer ê li dijî Kurdan heye.”

Serdozgera berê ya Federal a Swîsreyê û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî-DCN Carla Del Ponto ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî weke binpêkirineke qiran a hiqûqa navneteweyî bi nav kir.
Del Ponte li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî jî rexne kir û destnîşankir ku divê Neteweyên Yekbûyî xwe nû bike.”
Del Ponte weha axivî:
“Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de rola Neteweyên Yekbûyî tenê alîkariya însanî bû. Ji bo aştiyê rol neleyist. Di hevdîtinên li Cenevreyê de bi ser neket. Divê Kurd ji bo van hevdîtinan bên vexwendin.”
Del Ponte destnîşan kir ku Emerîka û hêzên navneteweyî xiyanet li Kurdan kirin û got, “Divê ji bo vê rewşa Kurdan di demeke kurt de çareseriyek bê peydakirin. Lê li şûna çareseriyê, Kurd tên terikandin ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin.”
Dozgerê berê ya DCNE Del Ponte:
Divê sûcên şer yên dewleta Tirk lêpirsîn bikin
Del Ponte anî ziman ku dewleta Tirk û Erdogan li Sûriyeyê sûcê şer dikin û got, “Tevî hin koman xaka Sûriyeyê dagir dike û sûc dike. Der barê vê de divê lêpirsînek hebe, lê mixabin heta niha tiştek nehatiye kirin.”

Leave a Reply

Back to top button