Çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo a li ber Konseya Ewropayê didome

Çalakiya ji bo azadiya Rêber Ocalan a li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê di roja xwe ya 2’an de berdewam dike.

Çalakiya ku Kurdistaniyan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan dan destpêkirin, di roja 2’an dewam dike.

Çalakiya nobetê ji aliyê endamên federasyonê yên FED-GEL û FCDK-KAWA yên ji Almanyayê hatine ve dewam dike.

Heyeta HDP’ê, Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û parêzeran bi nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anîne.

Tê payîn ku wê sibe çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Back to top button