Opereasyona Mirovî û Ewlehiyê..48 kesên guman li ser wan hene, hatin binçavkirin

Hêzên Asayîşê bi desteka QSD’ê xebatên roja 4. a lêgerîna li nava kampê didome.
Li gor Hêzên Asayîşê di roja 3 yan ya operasyonê de 48 kesên guman li ser wan hene hatin binçavkirin.
Her wiha 33 kon hatin rakirin.
Di Serê vê sibehê jî li beşê duyemîn ê kampê detunelek û xaniyên bi blokan hatine çêkirin, hatin dîtin.

Vaye Hêzên asayîşê geran xwe li nava Kampê dewam dikin.

Bi baldarî xebatên lêgerînê di konan pêk tînin.

Xebatên Hêzên asayîşê ên qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê duh di roja sêyemîn bi dawî bû.

Asayîşê duh bîlançoya roja sêyem a operasyonê eşkere kir.

Li gor wê:

Di saetên piştî nîvro de malbatên çeteyên DAIŞ`ê êrişî endamên Hêzên Asayîşê yên jin kirin ku sicîlan werdigrin ..

Di encamê de 2 endam birîndar bûn.

Her wiha 48 kesên guman li ser wan hene hatin binçavkirin.

Xendekeke çeteyan hat dîtin.

Navendeke veşartî ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo şûştina mêjiyê zarokan bi kar dianîn, hat dîtin û rûxandin.

Gelek kortên ku tê texmînkirin cenazeyên penaberên hatine kuştin tê de dihatin veşartin, hatin xetimandin.

33 kon hatin rakirin.

Ev kon bi taybet wekî cihên perwerde û dadgehkirina jinan dihatin bikaranîn.

Di xebatên roja 4’an de tunelek hat dîtin

Serê vê sibehê jî Pêngav di roja 4`emîn de li beşê duyemîn ê kampê hat dest pê kirin.

Di saetên destpêkê de yên îro de tunelek û xaniyên bi blokan hatine çêkirin, hatin dîtin.

Her wiha hejmareke kon hatin rakirin.

Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ragihand.

Pêngav îro di roja 4`emîn de li beşê duyemîn ê Kampa Holê ku taybet bi penaberên Iraqî ye di saet 05.00`ê berbangê de dest pê kir.

Back to top button