Salih Muslim: Dewleta Tirk ji bo Kurdan tune bike û planên xwe pêk bîne kî çi dixwaze dide

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî nîqaşên li ser nûkirina Peymana Edeneyê got:
“hewldanek ji bo afirandina hincetekê ji êrîşan re ye.”
Salih Muslim diyar kir Kurd, gelên Sûriyê û raya giştî ya navneteweyî vê qebûl nakin û faşîzma tirk wê têk biçe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê rewşa dawî de ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim dazanîn ku dewleta tirk bi van êrişan ve dixwaze projeya xwe ya qirkirina kurdan bibe serî û got:

“Ji bo Kurdan têk bibe tiştê nayê bîra kesî dike. Kî çi dixwaze dide.”

Salih Muslim di vê çarçoveyê de işaret bi civîna li Tehranê kir û wiha got:

“Ji bo êrîşê destûr ji Tirkiyê re nehate dayin.

Gotin ‘Tu dikare bi rêbazên berê dewam bike. Bi drone, tank û topan dikarî li Kurdan bixe’.”

Herwiha Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hevdîtina li Soçiyê jî bi bîr xist û got:

“Bi dîtina me, li Soçiyê ji şêwiriya bi hev wêdetir, Pûtîn ferman da û got, tu yê vî tiştî bike, vî tiştî neke’.

Tirkiye kete hembêza Rûsyayê.”

Salih Muslim: Hevdîtinên navbera dewleta Tirk-Şamê ti encamê bi xwe re nayne

Salih Muslim derbarê hewildanên hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Beşar Esad û encamê wê jî wiha nirxand.

“Dibe ku Rûsya tiştekî bi vî rengî bixwaze û wan li hev bide rûniştandin.

Ev ê bibe hevdîtineke ferzkirî. Çareseriyê wê bi xwe re nîne. Ne ji bo Sûriyeyê ne jî ji bo Kurdan..

Tiştekî wê bi xwe re nîne. Bi dîtina min encamên xwe jî wê gelekî xetere bin. Wê bibe zewaceke ferzkirî.”

Salih Muslim: Dewleta Tirk bi peymana Edenê dixwaze ji êrişan re hincetan çêbike

Têkildarî nîqaşên li ser nûkirina Peymana Edeneyê jî Salih Muslim nirxandin kir û wiha axivî:

“Niha nîqaşên li ser nûkirina wê, hewldanek ji bo çêkirina hincetan ji êrîşan re ye.

Niha wê ji ber xwe ve hincetan çêbikin. Cihê ku 30 kîlometre jê re dibêjin, temamiya herêma Kurdan e.

Dixwazin van deveran ji Kurdan xalî bikin. Dixwazin plana xwe ya dagirkeriyê rewa bikin.

Ne raya giştî ya navneteweyî, ne gelê Kurd ne jî gelê Sûriyê wê vê hewldanê qebûl bike”

Salih Muslim: Faşîzma dewleta Tirk wê têk biçe, gelê Kurd wê bi ser bikeve

Di dawî de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku gelê Kurd êdî hebûna xwe ispat kiriye û got,

“Ev ne tiştekî welê ye ku du alî li hev bikin û tune bikin. Kurd vê qebûl nakin û ev plan bi rê ve naçe.

Faşîzima dewleta Tirk wê têk biçe, gelê Kurd wê bi ser bikeve”

Back to top button