Li Efrînê çeteyan welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên Sultan Murad ên girêdayê dewleta Tirk a agirker welatiyê bi navê Miheydîn Mihemed ê 41 sal revand û dest danî ser erebeya wî.

Li gorî çavkaniyan, Mihyedîn Mihemed ji gundê Kopik ê navçeya Mabata ye û li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê hat revandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan ji sala 2018’an ve dest danîne ser mala Mihyedîn.

Her wiha diyar kirin ku dema Mihyedîn daxwaza mala xwe kir çeteyan wî revandin û erebeya wî desteser kirin.

 

Di 6 salan de 10332 revandin, 463 kuştin, 142 destdirêjî

Back to top button