Li Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş hate lidarxistin

Li Şehbayê ˊCezayên Dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêber Apo bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.
Her wiha di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Şêniyên Şehbayê li dijî ˊCezayên Dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêber Apon meşek girseyî lidarxistin.

Meş li Parka Serok Apo veguherî mîtîngê.

Li wir endama Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî Cebraîl Mistefa axivî.

Cebraîl Mistefa tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir got:

“Cezayên bi navê dîsîplînê tê birîn li dijî qanûnên navneteweyî û yên navxweyî ne.”

Piştre jî Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce îbo axivî.

Xedîce îbo tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:

“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihiştin vê rojê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her tim li qadan bin.”

Back to top button