Li bajarê Kobanê mewsima Patoskirina Nîskan despêkir.
Li til Koçerê jî 160 donim çandiniya genim şewitiye.
Welatiyên gundewarê Kobanê piraniya erdên xwe bi Nîsk, Nok û genim diçînin.
Li gundê Gazikan yê rojavayî bajarê Kobanê mewsima patoskirina Nîskan despêkir kir.
Welatiyê bi navê Ehmed Ayîb got, me di meha çile de nîsk çandin û despêka meha gulanê pala wan kir, niha jî nîskan bi patosê dihêrin.
Ehmed da zanîn ku ji çandiniya erdan hez dike û jiyana gund bihtirî bajaran hez dike.