Meclisa Malbatên şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo panelek li dar xist.
Di panelê de,hat gotin: “Tundiya li dijî Rêber Apo tê meşandin bi armanca qutkirina têkiliya di navbera wî û gelan de ye
Li aliyê din Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî serdana Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir û banga bilindkirin têkoşînê li hemû aliyan kir.
Meclisa Malbatên şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo panelek li dar xist.
Panel bi beşdariya partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û nûnerên ji tevahî pêkhateyan pêk hat.
Di panelê de, îşaret bi rewşa li Îmraliyê hat kirin û hat gotin:
“Tundiya li dijî Rêber Apo tê meşandin bi armanca qutkirina têkiliya di navbera wî û gelan de ye.”
Her wiha bi rêya onlinê endama Desteya Hevserokatiya PYDˊê Foza Yûsif û hevserokê PYDˊê Salih Muslim jî beşdarî panelê bûn û axivîn.
Foza Yûsif diyar kir ku herêm di krîza mezin ku dişibe Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re derbas dibe û got:
Ev şer bi derketina Rêber Apo ji Sûriyeyê dest pê kir.
Salih Muslim jî bal kişand ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û fikirên wî yên rizgarkirina gelan.
Dawiyê de, beşdaran got divê asta têkoşînê were bilindkirin, fikrên Rêber Apo di nava civakan de were belavkirin.
“Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin”
Li aliyê din di çarçoveya pengava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî serdana partiyên li herêmê didomîne.
Îro jî berdevk û endamên însiyatîfê serdana Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir.
Li wir, Salih Gedo anî ziman ku doza Rêber Apo ne dozeke partiyekê yan jî aliyekî ye û dozeke mirovî ye.
Salih Gedo destnîşan kir ku divê mijara azadiya Rêber Apo rojeva serekê ya partiyên siyasî û gelê Kurd be û got:
Wek partî em jî amade ne ku ji bo vê mijarê têkoşîna xwe xurttir bikin.
Serdanên endamên însiyatîfê wê sibe jî dewam bikin.