Îsraîl tevî biryara Lahey oparasyonên xwe didomîne

Tevî biryara Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya ku operasyona Refahê “demildest rawestîne” jî, Îsraîlê êrîşên xwe dewam kir.
Artêşa Îsraîlê tevahiya şevê Refah û Dêr el-Belah bombebaran kir.

Artêşa Îsraîl li nava bajarekî ji ber şer wêran bûyî ye.

Dîwana Edaletê ya Nvnetewî ji Îsraîlê xwest ku demil dest oparasyona xwe ya li Refahê rawestîne.

Di wextekî hîna ev bang li ser rûpelên sereke yên ajansan cihê xwe digre de, artêşa Îsraîlê bi dijwarî herêma başûrê Refah a Şerîda Xezayê bombebaran kir.

Li gorî şahidên Filistînî û nûçegihanên ajansa nûçeyan a AFP’ê yên li herêmê dixebitin, Îsraîlê tevahiya şevê êrîşên hewayî birin ser bajarên Refah û Dêr El-Belah.

Dadwer Newaf Selam ku roja Îniyê biryara Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ku saziya dadwerî ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye xwend, diyarkir ku rewşa mirovî ya li bajarê Refahê karesatek e û got:

“Divê Îsraîl tavilê operasyona xwe ya leşkerî rawestîne.”

Îsraîl: Em li gor qanûna xwe tevdigerin

Bersiva biryara Dadgeha Navneteweyî ya rawestandina operasyona leşkerî ji ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hat.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat dayîn de wiha hat gotin:

“Îsraîl ji bo parastina herêm û gelê xwe li gor hiqûq, nirxên xwe yên exlaqî û hiqûqa navneteweyî tevdigere.”

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî sûcdariya Afrîqaya Başûr a li dijî Îsraîlê ya qirkirina gelê Filistînê red kir û daxuyakirin ev sûcên hanê şaş, gemar û ji aliyê exlaqî ve kîn in.

Ji ber şerê navbera Hemas û Îsraîlê ya 7’ê Cotmehê despêkirî, bi sedhezaran filistîniyan berê xwe dabû bajarê Refah yê li sînorê Misirê ye.

Bi êrişên dawî yên Îsraîlê li ser Refahê ku despêka meha Gulanê dayî despêkirn re, rewşa jiyanî kembax bûye.

YE: Operasyon rawestînin, deriyê sînor vekin

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî li ser îdiyayên têkildarî qirkirina li şerîda Xeza peyamek weşand.

Borrell diyarkir ku divê rê bidin rayedarên NY ku ji bo lêkolînkirina îdiayên qirkirinê biçin herêmê û raporekê pêşkêşî Dîwana Edaletê bikin.

Back to top button