![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/RONAHI-TV-1080.00_15_53_21.Still008.png)
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di dema dawî de li dijî herêmê pir zêde bûye.
Îro çeteyan zeviyên çandiniyê yên gundewarên bakurê rojavayê Minbicê û yê kantona Efrîn û Şehbayê dane ber agir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê derbarê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û got: Êrîş ji bo têkbirina vîna gelê herêmê ne, lê bi ser nakevin.
Bi destpêkirina dema çinînê re, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê zêde bûne.
Bi taybetî jî çete zeviyên welatiya dikin hedef û agir bi zeviyan dixin.
Ev êriş û topbaran jî, rojane dijî gundên Minbicê tên kirin.
Herî dawî jî çeteyan zeviyên çandiniyê yên gundê Yalenlî yê Minbicê şewitandin.
Ev gund dikeve bakurê rojavayê bajar.
Tîmên agirkujiyê û şênî ji bo vemirandina agir di nava hewldanan de ne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanebûn zeviyên çandiniyê ên li ser xeta sînor dişewitîn e.
Hezar û 500 hêktar û zêdetirî 18 hezar darên zeytûnê şewitîn
Her wiha çeteyan îro ji nêzî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şêx Nasir ve agir ber bi gundên Qirtwêrana Mezin, Qirtwêrana Biçûk û Yalnî ve berda.
Li wir jî tîmên agirkujî û xelkê wan gundan hewl dan agir vemirînin.
Li gorî agahiyên ku li herêmê hatine girtin, di encama şawatê de 500 hêktarên çandiniyê ku tê de 8 hezar darên zeytûnê jî hene şewitîne.
Dagirkeriya Tirk gundê Um El Qura yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kir
Heman demê gundên kantona Efrîn û Şehbayê jî rastî tobarana rojane tên.
Dagirkeran îro gundê Um El Qura yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Rêveberiya kantona Minbicê: Em ê her tim xaka xwe ji êrişan biparêzin
Xelkên herêmê jî dijî êrişan bertekan nîşan dan.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Rêveberiyê, êrîşê dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
Dewleta Tirk a dagir ker bi van êrişan dixwaze vîna gel têk bibe.
Dewleta Tirk niha qût û debara gelê Sûriyê dike hedef, zeviyên çandiniyê topbaran dike û dişewitîne.
Dawiyê hat diyar kirin dê şênî dev ji axa xwe bernadin û wê li kêleka hêzên leşkerî, herêmên xwe biparêzin.