Di encamnameya Komcivîna 2’emîn a Yekîtiya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê de hate gotin: Bi aştî û diyalogê em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin.
Em bangawazên diyalog, ewlehî û avakirinê ne.”
2’mîn civîna Yekîtiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê ku bi encamnameyekê bidawî bû.
Encamname ji aliyê şêxê qebîleya Şemer, Mani Deham El-Hadî ve hat xwendin.
Di encamnameyê de girîngiya diyalog, wekhevî, azadî û têkoşînê careke din hat vegotin.
Li ser pergala rêveberiya xweser hat rawestîn û ji bo aştî û aramiyê banga diyalogê li tevahiya Suriyê û gelên herêmê hat kirin.
Biryarên di Encamnameyê de hatine girtin û wekî 10 xalan hatine rêzkirin, weha ne:
- Destê me ji aştiyê re dirêj e û ji bo diyalogan vekirî ne. Bi aştî û diyalogan em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin.
- Rijandina xwîna sûriyan bi destê sûriyeyiyan heram e. Em banga diyalog, ewlehî û avakirinê dikin.
- Têkoşîna li hemberî terorê girîng e. Em nîjadperestiya li ser esasê neteweyî, olî û zayendperestiyê red dikin.
Encamnameya Civîna Yekîtiya Eşîr û Pêkhateyan: Diyalog riya çareseriyê ye
- Bi nirxên demokrasî, mafên mirovan û azadiya welatiyan bawerin.
- Sûriye welatekî yekbûyî yê nenavendî ye, têra hemû pêkhateyên wê dike.
- Têkildarî kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, ji bo efûyeke giştî kar were kirin.
- Li gorî derfetên li ber dest û pêwîstiyan, xizmetên jiyanî yên rojane werin pêşxistin.
- Girîngî bi qada çandinî, berhemên sewalan û beşên din were dayîn.
- Mijara koçberên li kampan û komên din ên ku dixwazin vegerin warê xwe li ber çavan were girtin.
- Bi hemû rêbaz û derfetan li dijî madeyên Narkotîkê ku li ser siberoja gelê Sûriyeyê xeteriyê çêdikin, têkoşîn.