Duyemîn Komcivîna Yekîtiya Niştîmanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê pêk hat

2’emîn komcivîna yekîtiya Niştîmanî ya eşîr û pêkahateyên sûriyê bi beşdariya 5 hezar kesî pêk hat.
Di komcivînê de 2’emîn a Yekitiya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê de, banga hevgirtin û yekitiyê hat kirin.
Beşdarên civînê diyar kir ku yekitiya doz û çarenûsê, ew anîne gel hev.

Li Hesekê komcivîna 2’mîn a Yekîtiya Niştimanî ya eşîr û pêkhateyên Sûriyê hate li dar xistin.

Civîn di bin dirûşma “Ji bo Sûriyeke yekgirtî û ne-navendî, diyalog, ewlekarî û avakirin” pêk hat.

Civîn ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ve hat organîzekirin.

Nêzî 5 hezar kes ji eşîrên Kurd, Ereb û Suryanan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, MSD, fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê Sozdar Dêrik, Oldarên misilman, Mesîhî, êzidî, kesayetên Ermen, Asûr, Çerkes, Tirkmen, nûnerên saziyên jinan û yên civakî beşdarî civînê bûn.

“Yekitiya dozê û çarenûsê em anîne gel hev”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Telet bixêrhatina beşdaran kir.

Di komcivînê de, li ser navê eşîran û nûnerên saziyan gelek peyamên girîng hatin dayîn.

Aliyan bihsa girîngiya kombûna xwe kirin û anîn ziman ku ew bi rêya diyalogên navxweyî siberoja xwe diyar dikin û gotin:

Emê welatê xwe ber bi diyalog, ewlehî û avakirinê ve bibin û teqeziyê li ser yekitiya xak û gelê Sûriyeyê bikin.

Çareseriya aloziya Sûriyê di riya diyaloga Sûrî-Sûrî de ye.

Helwesta Eşîran sedema sekna me ya li hemberî projeyên dijber e.

Mezlûm Ebdî: Em bi yekitiya Sûriyeyê re ne

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî balkişand ser aloziya Sûriyê û wiha got:

Em teqezî li ser dewamiya xwe ya niştimanî dikim û piştgiriya yekrêziya axa Sûriyê dikin.

Em tu carî nebûne aliyek ji nakokî, şerên mezhebî û nijadperestî yên ziyanê digihîne civaka Sûriyê.

Ebdî tekez kir, ji bo avakirina Sûriyeke nû ku mafên her kesî misoger bike, ew ê dest bidin hev û ev tişt got:

Pêşeroja gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e û bi hev ve girêdayî ye.

Destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna zarokên wê hatine bidestxistin emê biparêzin.

Ebdî behsa êrişên delweta Tirk li dijî herêmê û bandora wê kir û wiha got:

Êrişên Tirkiyê li dijî herêmên me nasekinin, Ji ber van êrişan tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê zêde dibin.

Emê li dijî hemû êrîşan derkevin û li gel hemû aliyan jî piştgiriya dawîbûna aloziyê dikin.

Her weha hevkariya xwe bi koalîsyona navneteweyî re ya dijî şerê çeteyên DAIŞ’ê jî bidominîn.

Komcivîn bi encam nameyekê bi dawî bû.

Back to top button