“Tenê bi pêşengiya jinan civak dikare azad bibe”

Peyman Viyan: Jin pêşengiyê ji têkoşînê re dikin
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan got, di vê dema dîrokî ya guherîn û veguherînê de jin bi rola xwe ya pêşengiyê radibin û destnîşan kir, ku di salên dawî de têkoşîna herî radîkal ji aliyê jinan ve hatiye dayin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di 7’ê Gulana 2024’an de, li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna delegeyan ji tevahiya beşên xebatê, Çaremîn kongreya xwe lidar xist.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan kongr li rêber Apo, tevahî jinên azadîxwaz pîroz kir û mijarên di kongreyê de hat kirin nirxand.

Peyman Viyan destnîşan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de bi tenê jin dikarin pêşengtiyeke rast bikin.

“Em ê ji bo azadiyê têbikoşin û layîqî keda şehîdan bin”

Peyman balkişand ser encamên ku ji kongreyê derketin û wiha domand:

KJAR xwe weke komîteyê bi rêxistin dike. Sîstema wê sîstemeke konfederal e.

Ji bo ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di asteke hê bilindtir de pêk bîne, careke din li ser mijara parastin, perwede û rêxistinkirina civakî ya komîteyê sekinî.

Ji îro û şûn ve wê komîteya perwedeyê ya KJAR’ê di perwerdekirina mêran de wê hê zêdetir xwe berpirsyar bibîne.

Peyman Viyan di dawiya axaftina xwe de dilsoziya xwe ya ji tevahiya şehîdên Kurdistanê re anî ziman û soza domandina riya wan da.

Back to top button