Rewşa jinên êzidî bi panelekê hat nîqaşkirin

Jinên Êzidî yên bi panela “Jinên rizgar bûne û jinên dîlgirtî yên di destên DAIŞ’ê de” hatin ba hev bal kişandin li ser rewşa jinên Êzidî yên hê jî di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne û çarenûsa wan ne diyar e û banga têkoşînê kirin.

Di çarçoveya pêngava “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” de bi pêşengiya Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh panelek bi sernavê “Jinên rizgar bûne û jinên dîlgirtî yên di destên DAIŞ’ê de” hat lidarxistin.

Di panelê de li ser qirkirina jinan, rewşa jinên ku hatine rizgarkirin,siyaseta ku li ser esîran tê meşandin û çareseriya wê, semîner hatin dayîn û nîqaş hatin meşan

Axaftina vekirina panelê ji aliyê endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Ferîde Şengalî ve pêk hat.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî peyameke bi dîmen ji panelê re şand.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Jinên Şengalê li hember tecawiz, qirkirina baweriya êzidiyatiyê û jinan xwe birêxistin kir û parast.

Yê herî zêde zirarê ji DAIŞ’ê dît jin û civaka Êzidî bû.

Heta hemû jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê bêne rizgarkirin dê têkoşîn û berxwedana me bidome.

Di panelê de peyama bi dîmen a Saziya Jin Ji bo Edaletê ya Almanyayê jî hat dayîn.

Semînera yekemîn ji aliyê berdevka TAJÊ Riham Heco ve li ser qirkirina jin hat dayîn.

Semînera duyemîn li ser rewşa jinên ku hatine rizgarkirin bû û ji aliyê berdevka Weqfa Piştgiriya Jinên Êzidî Seher Hisên Mêhvan ve hat dayîn.

Seher Hisên li ser rewşa jinên ku hatine rizgarkirin, aqûbeta jinên ku nayê zanîn û qetilkirina jinên Êzidî de bîlanço diyar kir û daxuyakirin hîn jî çarenûsa hezaran jin û zarok ne diyar e.

Semînera sêyemîn jî siyaseta ku li ser esîran tê meşandin û çareserî bû û ji aliyê berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî ve hat dayîn.

10 jinên ji destê DAIŞ’ê di dîrokên cûda de rizgarbûne jî beşdarê panelêbûn û hinek ji wan di beşa nîqaşê de axivîn û ji rêxistinên jinan xwestin, têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina jinên dîl girtî zêdetir bikin.

Di çarçoveya nîqaşên hate meşandin hate gotin, wê hem têkoşîna bo rizgarkirina jinan were berdewam kirin hem jî li dijî siyaset ali ser jinên rizgarbûyî xebateke berfireh û têkoşîneke bibandor were meşandin.

Back to top button