![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/JINEN-SURYAN-KONGIRE.jpg)
Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê kongreya xwe ya 5’an li dar xist.
Bal hat kişandin ser mafê derbirînê, pêşengtî û nûnertiya jinan di hemû qadan de.
Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê bi dirûşma “Jin hêza guhertinê ya avakirina jiyaneke azad û demokratîk e” kongreya xwe ya 5’anli dar xist.
Kongira bi beşdariya 250 delegeyan li avahiya Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenan a Qamişlo pêk hat.
Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê Îlham Metlî diyar kir ku ruxmî zehmetî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jinan bi rêya avakirina pergaleke demokratîk gavên girîng avêtine û got:
“Jinên Suryan bi jinên ji pêkhateyên din ên herêmê re dixebtin, da ku gavên pêşketîtir biavêjin.”
Jinên Suryan: Li darxistina kongreyê li gel êrişan, berxwedana jinan nîşan dide
Îlham Metlî banga domandina têkoşînê û parastina destkeftiyan li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo jî anî ziman ku lidarxistina kongreyê di rewşeke zehmet û li gel êrişên dewleta Tirk, berxwedan û têkoşîna jinan nîşan dide.
Berpirsa giştî ya Beth Nehrênê Inxîdwana bi rêya deng destnîşan kir ku jin di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwedî mafê derbirînê ne û nûnertiya jinan û tevahî gelên xwe dikin.
Piştre sînevîzyonek li ser dîroka jinên Suryan û xebatên Yekitiya Jinên Suryan hat pêşandan.
Her weha rêziknameya yekitiyê, rapora 2 salan a xebatên yekitiyê hatin xwendin û nîqaşkirin.
Dawiyê dê berpirsa nû ya yekitiyê were hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku Yekitiya Jinên Suryan her 2 salan carekê kongreya xwe li dar dixe.