Hêzên gerîla li Gever, Zap û Metînayê li dagirkeran dan.
Di encamê de li Metînayê leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin, yek jî birîndar bû.
Her wiha kamerayeke mobesse û 7 fotoxefik jî hatin bêkêrkirin.
Arteşa Tirk a dagirker jî 22 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrişê gerîlayan kir.
Li Gever, Zap û Metînayê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li arteşa Tirk a dagirker dan û leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
Di navbera 12-20’ê Gulanê de li herêma Geverê hêzên gerîla 7 fotoxefikên artêşa Tirk a dagirker bêkêrkirin.
Li Metînayê leşkerekî Tirk yê dagirker hat cezakirin, yek jî birîndar bû
Li herêma Metînayê jî 22’ê Gulanê gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 2 caran li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyeke sekvaniyê de leşkerekî arteşa Tirk a dagirker hate cezakirin, yek jî birîndar bû.
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî di navbera 22-23 Gulanê de dagirkerên ku hewl didan pêş ve biçin, bûn armanca gerîlayan.
Li wir jî 5 caran bi taktîkên cuda li dagirkeran hat xistin û liv tevgera wan hat rawestandin.
Her wiha sîstemeke kamera ya mobesse hat bêkêrkirin û derb li çeperekê hat xistin.
Herêma Rojavayê Zapê 22 carana bi çekên Kîmyewî û qedexe hat bombekirin
Arteşa Tirk a dagirker jî bi bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî hewl dide berxwedaniya gerîla bişkîne û armanca xwe ya dagirkeriyê pêk bîne.
Têkildarî vê yekê jî HPG’ê dawiyê agahî dan û got:
“23’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û Girê Cudî
17 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Ji 23’ê heta 25’ê Gulanê jî herêmên Xakurkê, Garê, Metîna û Rojavayê Zapê bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”



