Duyemîn Komcivîna Yekîtiya Niştîmanî ya Eşîr û Pêkahateyên Sûriyeyê dest pê kir

Duyemîn Komcivîna Yekîtiya Niştîmanî ya Eşîr û Pêkahateyên Sûriyê bi beşdariya 5 hezar kesî dest pê kir.

Civîn di bin dirûşma “Ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî, diyalog, ewlekarî, avakirin” li Stadyuma Werzîşê ya li Hesekê dest pê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û MSD civîn organîzekirin.

Nêzî 5 hezar kes ji eşîrên Kurd, Ereb û Suryanan, rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, MSD û fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî,

Oldarên misilman, Mesîhî, Êzidî, Kesayetên Ermen, Asûr, Çerkes, Tirkmen û Akademîsyen, Rewşenbîr, Nûnerên Saziyên Jinan û yên civakî beşdarî civînê bûne.

Li ser navê Fermandariya giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî.

“Mezlûm Ebdî balkişand li ser xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê û diyar kir ku hevkariya wan ya bi Koalisyonê re ji bo têkbirina DAIŞ’ê berdewam e.

Her wiha eşkere kir ku detwerdanên derve ji Sûriyê re hiştiye ku heta niha çareserî neyê dîtin û alozî kûrtir bibe .”

Herî dawî tekez kir ew pabendî sozê xwe yên bi eşîr û pêkahateyên sûriyê re ne .

Back to top button