Bûrcûgul Çûbûk: Doza Kobanê ji destpêkê ve dozeke têkçûyî ye

Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk derbarê Doza Kobanê de axivî û got:
“Doza Kûmpasê ya Kobanê ji roja destpêkê ve dozeke têkçûyî ye.
Divê li dijî faşîzmê têkoşîn bê xurtkirin.”

Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Bûrcûgul Çûbûk derbarê Doza Kobanê de axivî.

Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku ev doz dozeke kûmpasê ye û wiha got:

“Ev doz hîn ji destpêkê ve weke dozeke kûmpasê têkçûyî bû.

Di asta biryardanê de ev yek hîn bi şênberî hate dîtin.

Ya rast, li xwe mikur hatin nêteke wan a ji bo darizandina ji ber kuştina mirovan nîne.

Di vir de xwestin peyamekê bidin gelên Tirkiyê ku têkoşîna gelê Kurd rewa dibînin.”

Bûrcûgul Çûbûk: Ev doz parçeyek ji ‘plana têkbirinê’ ye

Bûrcûgul Çûbûk ragihand ku têkildarî Doza Kûmpasê ya Kobanê hîn jî gef têne xwarin û ev tişt anî ziman:

“Sosyalîstên Tirkiyeyî bi gelê Kurd re dimeşin.

Cezayên ku li sosyalîstên enternasyonal hatin birîn jî mînaka vê yekê ne.

Divê bê zanîn ku tenê ji ber ku li Tirkiyê sosyalîst in ceza hatiye birîn.

Ev dozeke kûmpasê bû, parçeyek ji ‘Plana Têkbirinê’ bû, lê belê ne tenê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye.”

Bûrcûgul Çûbûk: Divê Sosyalîstên Tirkiyê xwe ji tevgera azadiyê ya Kurdistanê venegirin

Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku girtinên ji ber çalakiyên 1’ê Gulanê, girtinên li Wanê, girtinên li Gezî û Kobanê hemû êrişên hevpar in û wiha gotina xwe bi dawî kir:

“Em neçar in ku ji hev cuda nebin bi taybetî sosyalîstên tirkiyê divê êdî xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê venegirin.”

Back to top button