Endamên Partiya DEM’ê çûn serdana girtiyên Kobanê ku li girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tên ragirtin.
Piştî hevdîtinê, li pêşiya girtîgehê nûnerên DEM’ê daxuyanî dan û diyar kirin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê di parastina Kobanê de ye.
Lewra bang li her kesê hat kirin ku bi navê hiqûq, demokrasî û aştiyê tiştekî ku her kes dikare bike teqez heye û hat gotin, “Niha dema berxwedana li dijî van biryarên dozê ye.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û parlementer Salîha Aydenîz serdana girtiyên ji Doza Kobanê kirin.
Piştî hevdîtina bi siyasetmedarên li girtîgeha Sîncanê a Enqereyê dîlgirtî, nûnerên DEM Partî li wir daxuyaniya çapemeniyê dan.
Di serî de Parlementer Salîha Aydenîz axivî û anî ziman ku biryarên hatine girtin, qirkirina siyasî û komkujiya demokrasiyê ye.
Salîha Aydenîz: Têkoşîna demokrasî û azadiyê di parastina Kobanê de ye
Salihe Aydenîz got:
“Bi van cezayan ruhê hevgirtinê hat cezakirin. Hevalên ku me bi wan re hevdîtin pêk anîn jî ev yek anîn ziman.
Îro li Tirkiyê pergal û rejîmek tecrîdê heye. Ji ber vê tecrîdê li girtîgehan binpêkirinên tund hene.
Saliha destnîşan kir ku biryardariya wan ya têkoşînê weke roja destpêkê didome û diyar kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê di parastina Kobanê de ye.
Sezaî Temellî: Doza Kobanê wêneyê neheqiya li Tirkiyê ye
Paşê Sezaî Temellî mafê axaftinê girt û bi bîr xist ku her kes dizane ku Doza Kobanê wêneyê neheqiya li Tirkiyê ye.
Sezaî Temellî diyar kir ku bi Doza Komploya Kobanê re, xerabiyeke mezin li Tirkiyê tê kirin û wiha got:
Me got hûn krîza siyasî kûrtir dikin û rê li ber demokratîkbûnê digirin. Li pişt vê, dijminatiya Kurdan heye, dijminatiya HDP’ê û tecrîd heye.
Her wiha ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd revîn.
Sezaî Temellî: Niha dema berxwedana li dijî van biryarên dozê ye.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman rêya xilasbûna ji van encamên tarî yên vê dozê, têkoşîna hiqûqê ye û dawiyê ev bang kir:
Em careke din her kesî vedixwînin têkoşîna hiqûq, edalet û demokrasiyê,
Bi navê hiqûq, demokrasî û aştiyê tiştekî ku her kes dikare bike teqez heye,
Niha dema berxwedana li dijî van biryarên dozê ye.”