![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/01/Adjustment-Layer.01_24_50_20.Still109.jpg)
Ev 7 mehin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.
Piştî 211 rojan parêzerê wî pêre hevdîtin kir.
Derbarê mijarê de Rojnamevan Lawend Newzad axivî û got:
“Li Başûrê Kurdistanê mafê rojnamevaniyê tine, ger hebe jî rojnamevan tê revandin.”
Piştî 211 rojan ji revandina Silêman Ehmed, parêzerê wî Beşdar Hesen pêre hevdîtin kir û tenê 2 deqeyan bi malbata xwe re axivî.
Rojnamevan û Rêveberê Medyaya Arîfan ya Silêmaniyê Lawend Newzad li ser rewşa rojnamevanên Başurê Kurdistanê û revandina rojnamevan Silêman Ehmed axivî.
“Silêman Ehmed ji ber karê rojnamevaniyê hat revandin”
Lawend Newzad da zanîn ku revandin û girtina rojnamevan Silêman Ehmed karekê nerewa ye û binpêkirina yasaya rojnamevaniyê ye û got:
“Dema rojnamevanek were girtin, ev tê wateya nepeserkirina ramanê azad e.
Silêman Ehmed ji ber karê xwe yê rojnamevanî û azadiya ramanê hatiye girtin.
Divê hemû rojnamevan û dezgehên ragihandinê bi yek li hev kom bibin û banga azadiya ragihandina li Başûrê Kurdistanê bikin.”
Rojnamevan Lewend Newzad: Li Başûrê Kurdistanê mafê rojnamevaniyê tune ye
Lawend Newzad da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê maf û zagonên rojnamevaniyê tune ye û wiha domand:
“Li Başûrê Kurdistanê serweriya qanûnê ji bo rojnamevan, mamosta û welatiyan tune ye.
Rojnamevanên ku rastiyê dibêjin niha di girtîgehan de ne û hatine windakirin.
Lewra divê rojnamevan ji bo rastiyê pênûsa xwe bikar bînin da ku ew kesên wisa difikirin wan vala derxin.”
Lewend Newzad: Divê Silêman Ehmed were berdan
Rojnamevan Lawend Newzad di dawiyê de ev bang kir:
“Ez bang li rayedaran dikim ku li Başûrê Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin.
Divê hikûmet guh bide rojnamevanan û Silêman Ehmed azad were berdan.”