Omer Ocalan: Girava Îmraliyê bûye navenda bêhiqûqiyê

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan destnîşan kir ku 38 meh in tu agahiyê ji Abdullah Ocalan nagirin û got:

“Heger li welatekî qanûn tune bin, mafên mirovan bi rihetî tên binpêkirin.

Girava Îmraliyê bûye navenda bêhiqûqiyê.

Ji wir jî bêhiqûqî li seranserê welêt belav bû.”

Ji Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 38 mehin agahî nayê girtin.

Her çiqas Buroya Hiqûqê ya Asrinê nerazîbûn nîşanî vê yekê dide û daxwaz dike ku biçe hevdîtinê jî lê tên redkirin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û Omer Ocalan, bertek nîşanî tecrîda mutleq û astengkirina hevdîtinan da.

Omer Ocalan: Ger li welatekî qanûn tune bin, mafên mirovan tên binpêkirin

Omer Ocalan bal kişand ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û got:

“Tecrîd bi pêkanînên dijhiqûqî didome. Wezîrê Dadê dibêje ‘tecrîd nîn e’. Rewşa li wir normal dibînin.

Heger li welatekî qanûn tune bin, mafên mirovan bi rihetî tên binpêkirin. Girava Îmraliyê bûye navenda bêhiqûqiyê.

Ji wir jî bêhiqûqî li seranserê welêt belav bû. Qanûn heye, lê nayê bicihanîn. Mafên birêz Ocalan hatine binpêkirin.”

Omer Ocalan: Tecrîd pêkanîneke keyfî ye

Omer Ocalan bi bîr xist ku berdana Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê salekê hatiye taloqkirin û got:

“Veysî Aktaş, 30 salên xwe temam kir û divê bê berdan. Lê înfaza wî salekê hat taloqkirin.

Ev pêkanîneke keyfî ye. Me digot qey li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê tê meşandin, lê ev ya dijminatiyê jî derbas kiriye.

Li dijî vê li Ewropa, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan girtîgehan çalakî hene.
Ji bo rakirina tecrîdê li her derê hewldan hene.”

Omer Ocalan anî ziman ku cezayên li siyasetmedarên di Doza Kobanê de li wan hat birîn jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û got:

“Dixwazin serkeftina Kobanê li Tirkiyeyê mehkûm bikin. Pêwîst e her kes bertek nîşanî vê yekê bide.”

Omer Ocalan: Çareseriya Rasteqîn hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye

Omer Ocalan wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Çareseriya rasteqîn hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye.

Eger bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were, dê aştî pêk were û wê her kes jê sûdê wergire.

Divê her kes demildest erka xwe pêk bîne.

Divê dewlet dawî li polîtîkayên şaş bîne û rê li ber malbat û parêzeran veke ku biçin Îmraliyê.”

Nameya Spanyayê ji bo CPT: Ji bo Abdullah Ocalan bikevin tevgerê

Back to top button