Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê

Li gel berdewambûna êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, li çiyayên Kurdistanê artêşa Tirk çekên qedekirî yên kîmyawî bikartîne.

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Azad Umer li ser vê destnîşan kir ku dewleta Tirk li ti cihekê serkeftin bi destnexistiye, her têkçûye:

Ji ber vê yekê çekên kîmyawî bikartîne.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê taybet jî xelkê sivîl bê navber dewam dikin.

Tenê ji serê salê ve di encama êrişên dagikeriya de li Başûrê Kurdistanê 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan gelek jî birîndar bûn.

Her wiha dagirkerên faşît, li çiyayên azad ên Kurdistanê çekên kîmyawî yên qedexekirî bikartîne.

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yê herêma Silêmaniyê Azad Umer derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên kîmyawî de axivî.

Hevserokê Tevgera Azadî: Dagirkeriya Tirk dixwaze Kurdistanê tune bike

Azad Umer da zanîn ku dagirkeriya Tirk her tim dixwaze hovîtiya xwe li ser Kurdistanê û gelê Kurd ferz bike û got:

“Di sala 1988’an de Helebce bi çekên kîmyawî hate bombebarankirin.

Îro jî rojane dewleta Tirk bi çekên kîmyawî çiyayên Kurdistanê bombebaran dike da ku xweza, lawir, gel û xaka Kurdistanê tune bike.”

Azad Umer: Malbata Barzanî li cihên Gerîlayan çavsaxiya dijimin dikin

Her wiha Azad Umer qala têkoşîn û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir û wiha axivî:

“Dewleta Tirk ne tenê dijminê gerîlaye, dijminê hemû gelê Kurde.

PDK û malbata Barzanî li cihên gerîlayan çavsaxiya dijmin dikin.

Xeta xiyanetê hêsankarî ji bo dijmin çêdike.

Bi navê Hêzên Parastina Sînor a Iraqê dewleta Tirk diparêzin.

Divê em hemû bi yek dengî bêjin ku nabe xayin li ser xaka Kurdistanê bimînin.”

Azad Umer: Divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Azad Umer wiha gotinên xwe bi dawî kir:

“Dagirkeriya Tirk ger hêzek xwedî şiyana serketinê bûya, çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar nedianîn.

Pêwîste ji ber bikaranîna çekên kîmyawî li Dadgeha Laheyê giliyê dewleta Tirk a dagirker bihata kirin.”

Back to top button