![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/12/Reber-Apo-1.jpg)
Rewşenbîr û siyasetmedarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ˊcezayên dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêber Apo hatine birîn şermezar kirin.
Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ezher Ehmed ew kiryar şermezar kir û got:
“Tecrîd û bi wê re ev ceza cezayên li dijî demokrasî, azadî, mirovahî û Kurdan tevahî ye.”
Welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed diyar kir ku ev tecrîd peymanên navneteweyî binpê dike got:
Dewletên hegemon û dewleta Tirk naxwazin li herêmê aştî pêk were; ji ber ku ew sûd ji şeran digirin.”
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê Ezîze Hiso tecrîda li ser Rêber Apon û dirêjkirina cezayan displînê şermezar kir:
“Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van cezayan û tecrîdê, rê li ber derketina fikrê Rêbertî ji girtîngehê, bigire.”
Li Rêber Apo 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi Parêzeran re hat birîn