Li Rêber Apo 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi Parêzeran re hat birîn

Ji Rêber Apo 38 meh in tu agahî nayê girtin, 6 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re lê hat birîn.
Parêzer wê li dijî biryarê serî li Serdozgeriya AYM’ê bidin û serî Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha tu agahî jê nayê girtin.

Ligel vê li Reber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsale, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yan a Bûrsayê dan.

Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3’yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.

Parêzer der barê sedema ceza de tu agahî bi dest nexistin.

Îtirazên der barê biryara navborî de hatin redkirin.

Parêzer, piştî biryara qedexekirinê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Bi vê biryara dawî re, di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye dayîn.

Berî niha jî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê,diyar kiribû ku di 28’ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê “cezayê disiplînê” li Rêber Apo biriye û biryar di 12’ê Nîsanê de teqez bûye.

“Li Îmraliyê mafê Parastinê tune ye”

Wekî her carê parêzerên Boruya Huquqê ya Sedsalê ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Gulanê de li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serlêdaneke nû kirîbû.

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku mafê parastinê li Îmraliyê ji holê hatiye rakirin û wiha hate gotin.

”Di serî de hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, têkiliya miwekîlên me ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin.

Ev pêwendî hema hema ev sê sal in hatine qutkirin.

Parêzer nikarin têkildarî rewşa tenduristî û ragirtina wan tu agahiyan bi dest bixin.

Tevî vê rewşê jî CPT’yê tenê di hevdîtina bi rayedaran re mijar anîne rojevê.

Ev nêzikatiya wan nayê qebûlkirin. ”

Îro carek din Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Back to top button