Îsraîlê 4 endamên Hizbullahê kuştin

Artêşa Îsraîlê li dijî Hizbullahê êrîşên xwe li başûrê Lubnanê û Suriyê zêde kiriye.
Di êrîşên dawî yên Îsraîlê ya li bajarokê Nakura û Meys el-Cebel a başûrê Lubnanê de 4 endamên Hizbullahê hatin kuştin.
Her wiha li gor daxuyaniya Hizbullahê jî çepereke artêşa Îsraîlê ya li El-Gecarê bi fûzeyan hatiye hedefgirtin.

Şerê Hizbullah û Îsraîlê li başûrê Lubnanê û hin heremên Suriyê didome.

Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de herî kêm 4 endamên Hizbullahê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hîzbullah a li Beyrûta paytexta Lubnanê hatin girtin, di êrîşa li dijî bajarokê Nakura de 2 endamên Hizbullahê mirin.

Di êrîşeke din de li ser bajarokê Meys el-Cebel a li ser sînorê Îsraîlê ye, hat ragihandin ku 2 endamên din ên milîsên alîgirên Îranê mirine û birîndar jî hene.

Artêşa Îsraîlê jî ev êrîş piştrast kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma Nakura “ji bo tehdîd ji holê rabe” top hatine avêtin û balafirên şer li tesîsên leşkerî û depoyên çekan ên Hîzbullahê dane.

Hizbullah li El-Gecarê êrîşek pêk anî

Her wiha Hizbullah jî derbarê êrîşên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hizbullah diyar kir ku çepereke artêşa Îsraîlê ya ku li ber deriyê rojhilatê gundê El-Gecarê ye bi fûzeyan hatiye hedefgirtin û di êrîşê da cihê leşkerên Îsraîlê rasterast hatiye xistin.

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama du êrîşên hewayî de li ser du xalên cuda yên Humsê 2 çekdarên din hatin kuştin.

Li gorî SOHR, bombebarana yekem li cihekî di navbera herêma Zahiye El-Esed û gundê Maskene ya Humsê de pêk hat.

Êrîşa duyemîn jî herêmek ku Hizbullah lê bi cih bûbû li gundewarê Humsê, li bakurê navçeya Quseyrê kir armanc.

Di êrîşa Hizbullahê de baregeha leşkerî ya Îsraîlê hat armanckirin

Balafirên şer ên Îsraîlê du êrîşên li pey hev bi gelek mûşekan li ser navçeyeke niştecihbûnê ya li navenda Nakura pêk anîn.

Li gorî çapemeniya Sûriyê di encama êrîşan de 2 xanî hilweşiyane û ziyan gihîştiye hin malan.

Ji aliyê din ve ajansa fermî ya Lubnanê NNA ragihand ku Îsraîlê maleke ku di navbera bajarokên El-Şaitiye û El-Malikiyê yên li herêma Tirê de ye kir armanc.

Li gorî nûçeya NNA’yê, balafireke bêmirov a Îsraîlê êrîşî herêma ku tîmên parastina sivîl lê bi cih bûne, kir.

NNA ragihand ku derdora Nakura bi topan hatine armanckirin û herêmên Ayta el-Şeab û El-Adise jî hatine hedefgirtin.

Îsraîl li ser sînorê Sûriye-Lubnan êrişek pêk anî: 2 kes mirin

Back to top button