PDK 210 roij in Silêman Ehmed revandiye

210 roj in tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Hevalê wî yê rojnamevan Araz Îbrahîm diyar kir ku PDK dixwaze bi vê şêwazê dengê heqîqetê bide bêdengkirin û got:
“Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe.
Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegerekî kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin.”

Agahînestandina ji Silêman Ehmed bi xwe re bûye cihê guman û fikaran.

Rojnameger Araz İbrahim têkildarî revandina Silêman Ehmed axivî.

“Kuştin, girtin û windakirin hatiye normalîzekirin”

Araz Îbrahîm diyar kir ku PDK bi agahînedayinê zagonan binpê dike û sûc dike û wiha axivî:

“Zêdetirî 200 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê asayişa PDK ê ve hatiye revandin.

Ev ji tawaneke li diji qanunên rojnamevani û mafên mirovan.

Lê belê PDK’e di mêjiyê xwe de heya niha guh nedaye yasayek ku li gel kar û prensibê wan ne guncav be û her mafeke rojnamegeriyê binpê kir.

Ji ber wê revandina Rojnameger Silêman Ehmed û kuştina rojnamegerên kurd li vê derê hatiye normalîzekirin.”

“PPD her kesê ku ne weke wan difikire weke neyar dibîne”

Rojnameger İbrahim anî ziman ku PDK bi van polîtîkayan dixwaze ku dengê heqîqetê bêdeng bike û wiha domand:

“Lê di heqiqetê de tiştek binavê demokrasiyê dinav PDK ê de nine.

Ev şêwaz û muamale kirina PDK ê ya li beramber rojanamevanan tenê ji bo berjwendiyên xwe dike.

Wek çawa dewleta dagirker ya tirk êrişî çapemeniya azad dike, PDK ji bi heman şêwazî li Başûrê kurdistanê êriş dike.

Kesekê ku li cem wan cih negire jî lista terorê de dinivîsin û li ser van dehan senaryoyan ji wan çêdike.”

 Rojnameger Araz Ibrahim: PDK ji çapemeniya azad ditirse

Araz İbrahim da zanîn ku bi saya çapemeniya azad polîtîkayên PDK’ê yê li herêmê tên teşhir kirin û ev tişt got:

“Hevkariya PDK’ê ya lojîstîk, eskeri ya bi dewleta tirk re ku bi berdewame çapemeniya azad teşhîr kir.

Ev jî bûye sedem ku PDK her tim ji çapemeniya azad bitirse.

Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe.

Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegereke kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin.”

Back to top button